Li Meletiyê bûyera trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li Meleti Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirekê li hev dan û di encam de du kesan canê xwe ji dest dan.

29 Îlon 2022 - 04:59
29 Îlon 2022 - 04:59
 0
Li Meletiyê bûyera trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirekê li hev dan û di encam de du kesan canê xwe ji dest dan.

Li taxa Doguş a navçeya Dirêjan a ser bi parêzgeha Meletiyê ve, otomobîla bi şofêrtiya Gunay Guna yê 44 salî û barhilgira bi şofêrtiya B.G li hev qelibîn û otomobîl bi temamî perçiqî.

Li ser agahdarkirinê, tîmên rewşên bilez, tendirustî û agirvemirandinê hatin cihî bûyerê. Di bûyerê de Gunay û kesekî din ê di heman otomobîlê de canê xwe ji dest dan.

Tîmên agirvemrandinê termê herdu kesan ku di otomobîlê de asê mabûn derxistin.

Ev nûçe bi tevahî 664 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:11:24