Li Meletiyê qeza: Miriyek û 3 birîndar

Li navçeyeke parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

31 Berfanbar 2024 - 07:16
31 Berfanbar 2024 - 07:16
 0
Li Meletiyê qeza: Miriyek û 3 birîndar

Li navçeya Çirmikê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê berê sibeha îro du otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristî û parastina sivîlan çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê çar kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Lê li nexweşxaneyê ligel hewlên bijîşkan yek ji birîndaran mir.

 

Ev nûçe bi tevahî 661 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:51:46