Li Mereşê jineke ciwan piştî 99 demjimêran hat rizgarkirin
Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, jineke ciwan piştî 99 demjimêran ji erdhejê hat rizgarkirin.

Îro 10ê Sibata 2023ê li Taxa Ali Sezai Efendi ya Mereşê tîmên rizgarkirinêdi avahiyeke 3 qatî de piştî dengê jinekê bihîstin karê rizgarkirinê zêde kirin. Di encama xebatan de piştî 99 demjimêran ji erdhejê ji bin kavilên avahiyê Fatma Karuş a 26 salî ya welatiyê Sûriyê bi saxî hat rizgarkirin.
Fatma Karuş ji aliyê tîmên tendirsutiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Di roja çaremîn ya erdhejê de li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên din kar û xebat berdewam e û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.
Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay 9ê Sibatê ragihand, ku 17 hezar û 674 kesan canê xwe ji dest dane û 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.
Nûvekirina herî dawî: 20:04:30