Li Mêrsînê biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn

Li Mêrsînê, Hevseroka Şaxa HDPê jî di nav de biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn.

28 Tîrmeh 2022 - 04:06
28 Tîrmeh 2022 - 04:06
 0
Li Mêrsînê biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê bi tometa piştgiriya ji bo PKK, KCK, PYD û YPGê operasyonek hat dest pê kirin.

Hevseroka Şaxa HDPê ya Mêrsînê Bedriye Kuş û gelek endamên civata şaredariya Akdenîzê jî di nav de, biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn.

Operasyon ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Mêrsînê ve bi beşdariya zêdetirî 500 polîsan dest pê kiriye. Heta niha gelek kes ji wan hatine girtin, lê hê hejmara wan ne diyar e.

Ev nûçe bi tevahî 524 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:23:24