Li Mûşê qeza: 13 kes birîndar bûn

Minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nehate zanîn û plaqeya wê 49 AAH 237 e, ji navçeya Dêrxasê karker dibir bajarokê Norşînê li ser rêya Muş û Bidlîsê, li xaçerêya balafirgehê wergeriya.

8 Îlon 2022 - 06:18
8 Îlon 2022 - 06:18
 0
Li Mûşê qeza: 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Dêrxasê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê minîbûsa ku karkerên di atolyeya tekstîlê de dixebitin dibir û dianî wergeriya û di encamê de 13 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê cendirme, tîmên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Ekîban karker ji minibûsê derxistin û piştî midaxeleya destpêkê ew veguhestin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Hat ragihandin di encamê de 13 kes birîndar bûne û ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e.

Ev nûçe bi tevahî 712 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:01:17