Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê baran dibare

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li bajarên Erzirom, Qers, Wan, Bêdlîs, Mûş, Îdir, Erdexan, Agirî, Çewlig, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

4 Cotmeh 2023 - 08:02
4 Cotmeh 2023 - 08:02
 0
Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê baran dibare

Li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sibe heta roja Yekşemê pileya germê bilind bibe.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, îro li bajarên Erzirom, Qers, Wan, Bêdlîs, Mûş, Îdir, Erdexan, Agirî, Çewlig, Dêrsim, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Îro pileya germê li Qersê 12, li Wanê 13 û li Erziromê 14 e û li Riha, Amed û Dîlokê jî 26 e.

Ji aliyê din ve, li navçeya Miksê ya Wanê, duh berfa yekem a demsalê bariya.

Ev nûçe bi tevahî 1330 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:48:54