Li Rihayê pevçûna bi çekan: 2 bira hatin kuştin

Li navçeya Heranê Rihaya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de pevçûna bi çekan çêbû û di encamê de 2 bira hatin kuştin.

20 Çile 2024 - 15:13
20 Çile 2024 - 15:13
 0
Li Rihayê pevçûna bi çekan: 2 bira hatin kuştin

Li gorî agahiyan îro li navçeya Herana Rihayê di navbera du malbatên ku xizmên hevdû ne, ji ber deynan pevçûn derket.

Di encama pevçûna ku çek hatin bikaranîn de Ali Ozturk û Îzettin Emirsoy canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên ewlehiyê û tenduritsiyê çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê li taxê tedbîrên pêwîst wergirtine û ji bo desteserkirina gumanbaran lêgerîn hatiye destpêkirin.

Li gorî nûçeya DHAyê Alî Ozurtk û Îzettin Emirsoy bira hev in û berî demekê Îzettin paşnavê xwe guhertiye.

Ev nûçe bi tevahî 1090 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:03:34