Li Rihayê keçeke 16 salî bi elektrîkê canê xwe ji dest da

Li navçeya Siweregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê keçeke bi navê Suzan T. ya 16 salî ji ber elektrîkê ew girt canê xwe ji dest da.

13 Adar 2023 - 08:39
13 Adar 2023 - 08:39
 0
Li Rihayê keçeke 16 salî bi elektrîkê canê xwe ji dest da

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li navçeya Siweregê ya Rihayê şeva borî li taxeke ser bi navendê dema xwestiye li mala xwe ya ku hê tê çêkirin paqijiyê bike ji ber kabloyeke vekirî elektrîkê ew girtiye û keçik bi awayekî birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siweregê hatiye veguhestin.

Lê tevî hemû midexaleyan keça 16 salî canê xwe ji dest daye.

Ev nûçe bi tevahî 408 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:04:49