Li Rihayê qeza: 3 mirî, 22 birîndar

Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de 3 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.

3 Sibat 2025 - 07:43
3 Sibat 2025 - 07:43
 0
Li Rihayê qeza: 3 mirî, 22 birîndar

Şeva borî li ser rêya Bêrecûk û Dîlokê kamyoneke li sê otomobîlan da.

Pişt re ew kamyon û otomobîlek ji wan ji pirê ketin xwarê.

Li ser agahdarkirinê gelek ambulans, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Qeza ji aliyê kamerayan ve hat tomarkirin.

Di dîmenan de xuya dibe ku kamyon li otomobîlê dixe û wê li ber xwe dibe û dikevin.

Parêzgariya Rihayê derbarê qezayê daxuyaniyek da ragihand li gorî tesbîtên destpêkê 3 kes mirine û 22 kes jî birîndar bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 1521 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:34:14