Li Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn

Li gor nûçe û zanyariyên ku geheştin berdestê BasNewsê îro 02.07.2017ê di encama şer û pevçûna di navbera hêzên sînor ên Îranê û hêzeke din a çekdar de li sînorê Pîranşarê çekdareke Îranê hatiye kuştin û sê kesên din birîndar bûn.

3 Tîrmeh 2017 - 02:46
3 Tîrmeh 2017 - 02:46
 0
Li Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn

Li gor çavkaniyên herêmî cîhê şer û pevçûn lê pêkhatiye ‘’Kaniya xwedê’’ ya ser bi Pîranşarê ye û berî nîvro ew bûyer pêkhatiye.

Herwaha malpera sipaha pasdaran a Ormiyê urumnewsê wekî ku bûyer piştrast kir, ragehand, di şer û pevçûna hêzeke sînor de leşkerê bi navê Ferşad Remzî ku xelkê Qezwên e hatiye kuştin û sê kesên din ên bi navên Seyîd Secad Mûsewî, Riza Ehmedî û Mihemed Rencber jî birîndar bûne.

Heman çavkanî amaje bi vê yekê jî dike ku şer di navbera hêza sînor û qaçaxçiyên çekdar de pêkhatiye.

Heta naha ti hêz û aliyek siyasî ya rojhilatê Kurdistanê berpirsyariya wî şer û pevçûnê ne girtiye ser xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1884 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:04:05