Li ser 4 şaredariyên din ên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn

Li ser şaredariyên navçeyên Şemrex, Stewr û Dêrika Çiyayî Mazî yên ser bi parêzgeha Mêrdînê û herwiha şaredariya Pirsûsêya ser bi Rihayê ve li Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn.

16 Mijdar 2019 - 04:32
16 Mijdar 2019 - 04:32
 0
Li ser 4 şaredariyên din ên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn

Danîna qeyûman li ser şaredariyên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê berdewam e.

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku bi pesendkirina wezareta navxwe ya wî welatî, li ser şaredariyên navçeyên Şemrex, Stewr û Dêrika Çiyayî Mazî qeymeqamên wan navçeyan weke qeyûm hatine danîn.

Herwiha Parêzgariya Rihayê jî daxuyaniyeke ragihand ku li ser şaredariya navçeya Pirsûsê qeymeqamê wê navçeyê weke qeyûm hatiye danîn.

Şaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Şaredara Stewrê Gulistan Oncu, Şaredara Dêrika Çiyayê Mazî Mulkiye Esmez û herwiha Şaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk duh ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bi tohmeta ‘endamtî û alîkariya rêxistina’ terorê hatibûn desteserkirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi dawîn biryarên danîna qeyûman, hejmara şaredariyên di destê HDPê de ku qeyûm li ser hatine danîn gihişt 24an.

Ev nûçe bi tevahî 1233 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:42:25