Li Serê Kaniyê di navbera êlan de şer derket

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êvara 10ê Tebaxê li gundê Til Xelef nêzîkî bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera endamên êlên Ereban, Mewalî û Edwan de derketiye, di encamê de ji her du êlan hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

11 Tebax 2022 - 02:16
11 Tebax 2022 - 02:16
 0
Li Serê Kaniyê di navbera êlan de şer derket

Li gundê Til Xelef a nêzîkî bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera endamên êlên Ereban, Mewalî û Edwan de derket, di encamê de ji her du êlan hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor heman çavkaniyan, êlên Mewalî û Edwan çekdarên wan di nav grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de hene ku ji ber diziyê û bazirganiya bi mirovan şer di navbera her du aliyan de derketiye.

Di 6 mehên borî de, li Serê Kaniyê û gundewarê wê 24 caran şer li ser diziyê di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de derketiye.

Ev nûçe bi tevahî 857 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:42:16