Li Serê Kaniyê teqîn.. 16 kes hatin kuştin
Teqînek li gundewarên Serê Kaniyê rû da û hejmareke mezin ji kesan hatin kuştin û birîndarkirin.

Ligor zanyariyan, teqînek bi riya otombêleke bombekirî li destpêka riya navçeya Til Helef - Mebruka li gundewarên Serê Kaniyê rû da.
Di encama wê teqînê de, hejmarek kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. Brîndar bo nava Tirkiyê hatin veguhestin, û ziyaneke madî ya mezin gihaye deverê.
Ajansên Tirkiyê jî ragehandine, ji ber teqînê 16 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:38