Li Şirnexê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li navçeya Qilaban a ser bi Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, barhilgirek û otomolîk li hev qelîbin. Di encama bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

4 Avrêl 2023 - 08:33
4 Avrêl 2023 - 08:33
 0
Li Şirnexê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li gor agahiyan îro Sêşemê 4ê Nîsana 2023yan li navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê barhilgira Husamettin Hamarat diajot û otomobîla ku Abdulkerim Urun diajot li hev dan.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên cenderme û tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.

Herdu şofêr û welatiya bi navê Esmer Urun a di otomobîlê de birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Qilaban a Dewletê hatin veguhestin, lê tevî midexaleyên tendirustî ji ber dijwariya birînên xwe ji mirinê rizgar nebûn.

Ev nûçe bi tevahî 891 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:25:28