Li Şirnexê şerê bi kêran: 13 birîndar hene

Li Şirnexê di encama şerê bi kêran di navbera du koman de 13 kes birîndar bûn.

8 Gulan 2023 - 02:53
8 Gulan 2023 - 02:53
 0
Li Şirnexê şerê bi kêran: 13 birîndar hene

Roja Yekşemê 7ê Gulana 2023an li Taxa Cumhuriyet a bajarê Şirnexê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku nayê zanîn nîqaş derket.

Piştî demekê niqaş veguherî şer û her du aliyan bi kêran êrîşî hev kirin.

Di encama şerê bi kêran de 13 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, polîs û ekîbên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê ekîbên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Polîsan 7 kesên tevlî şer bûn desteser kirine.

Ev nûçe bi tevahî 729 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:39:45