Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin

Di 6 mehên dawî de li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê de 39 kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û 83 kolber jî birîndar bûn.

5 Tîrmeh 2017 - 03:07
5 Tîrmeh 2017 - 03:07
 0
Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin

Li gorî daneyên saziya Hingaw a Navenda Mafê Mirovan di 6 mehên dawî de li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê 39 kolberên kurd ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî saziya Hingaw ji wê hejmarê 17 kolber bi teqeya rasterast ya hêzên çekdarên Îranê hatine kuştin û 8 kolber ji ber revîna ji ber hêzên Îranî ve canê xwe ji dest dane. Hejmara mezin yên wan kolberan, xelkê Urmiye, Sine û Kirmanşanê ne.

Kuştin û birîndarkirina kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranî ve bû cihê nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdistanê û parlementoya Îranê jî biryara bîneya (parastina maf) kolberan dabîn bike, lê heta niha bi awayekî berbiçav ew proje bi cih nehatiye.

Ev nûçe bi tevahî 2483 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:55:41