Li Telafer'ê bombebarana hewayî destpê kir

Artêşa Iraq'ê daxûyand ku li Telafer'ê êrişa hewayî daye destpêkirin.

15 Tebax 2017 - 03:51
15 Tebax 2017 - 04:01
 0
Li Telafer'ê bombebarana hewayî destpê kir

Îro hêzên esmanî yên Artêşa Iraqê ragihand ku dest bi êrîşa esmanî û bombebarana binke û baregehên rêxistina terorîst a DAIŞê li Telaferê kir.

Roja 13.08.2017ê serfermandarê artêşa Iraqê Ferîqê Yekem Rukin Osman El-Xanimî ragehand, artêşa wan hemû amadekarî temam kirine ku êrîşî Telaferê bikin, lê tenê benda fermana fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê û Serokwezîr Heyder Ebadî ne ku operasyona rizgarkirinê bidin destpê kirin.

Operasyona rizgar kirina Mûsilê di 17.10.2016ê destpê kir û pişt neh mehan tenê navenda bajarê Mûsilê hate rizgar kirin û bajarokê Telafer û çend navçeyeke din hîn di bin desthilata rêxistina terorîst a DAIŞê de ne.

Ev nûçe bi tevahî 1561 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:26:27