Li Urmiyeyê hişyariya lehiyê: ‘Nêzîkî çeman mebin’

Rêveberiya Keşnasiyê ya Urmiyeyê hişyariyê dide ku dê ji ber baraneke gur lehî rabe û ji welatiyan xwest ku nêzîkî çeman nebin.

19 Tebax 2023 - 08:50
19 Tebax 2023 - 08:50
 0
Li Urmiyeyê hişyariya lehiyê: ‘Nêzîkî çeman mebin’

Rêveberê Rêveberiya Keşnasiyê ya Urmiyeyê Mehdî Sabirî ragihand ku pêleke xurt a baranê dê parêzgehê bide ber xwe.

Mehdî Sabirî ji ber vê yekê jî ji welatiyan xwest ku nêzîkî çem û avan nebin û ji wan dûr bikevin.

Mehdî Sabirî herwiha diyar kir ku ji êvara înê ve bayekî xurt li seranserî parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê tê û li piraniya navçeyan esman ewravî ye.

Mehdî Sabirî destnîşan kir ku pêla barana xurt heta êvara roja yekşemê dê berdewam bike û dê pileyên germahiyê ji 40 pileyî dakevin 20 pileyî.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Urmiyeyê diyar kir ku li navçeyên çiyayî jî pileya germahiyê dê 12 pileyan dakeve.

Ev nûçe bi tevahî 1070 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:09:41