Li Urmiyeyê qeza: 4 kes mirin

Li gundê Balanîşê yê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê di qezayekê de 4 kesan canê xwe ji dest da.

10 Hezîran 2024 - 14:51
10 Hezîran 2024 - 14:52
 0
Li Urmiyeyê qeza: 4 kes mirin
Rudaw

Li gorî agahiyan, qezayê şeva borî derengê şevê rû daye.

Birêvebirê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Urmiyeyê Ferzîn Rezazade ragihand ku otomobîlek derbasî xeta aliyê din bûye û li otomobîla ku ji miqabil ve tê xistiye.

Her 4 kesên di her du otomobîlan de ku 2 ji wan jin û 2 jî mêr bûne li cihê qezayê mirine.

Ferzîn Rezazade da zanîn ku termên her 4 kesan radestî polîsên herêmê hatine kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 920 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:33:15