Li Wanê agir bi Bazara Mezin a Rûsan ket

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê agir bi Bazara Mezin a Rûsan ket ku hejmareke zêde ya kargehan li xwe digire û hewl tê dayîn agir bê vemirandin.

3 Avrêl 2023 - 06:09
3 Avrêl 2023 - 06:09
 0
Li Wanê agir bi Bazara Mezin a Rûsan ket

Li Cadeya Nexweşxanê ya navçeya Rêya Hevrîşimê ser bi parêzgeha Wanê îro Duşemê 3ê Nîsana 2023an ji ber sedemeke nehatiye diyarkirin agir bi Bazara Mezin a Rûsan ketiye û agir berdewam e.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û bi hevkariya xwediyên kargeh û welatiyan hewl tê dayîn agir bê vemirandin.

Hêzên polîs jî li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê wergirtine.

Ev nûçe bi tevahî 727 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:08