Li Washingtonê alarm, dron di ser malên wezîran re difirin
Hat ragihandin ku li ser baregeha leşkerî ya Fort Lesley J. McNairê ya li Washingtonê ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Şer Pete Hegseth lê dimînin, dronên nenas hatine tesbîtkirin.

Piştî bûyerê, asta ewlehiyê ya li baregehên leşkerî yên li seranserê Amerîkayê hat zêdekirin.
Her wiha ji bo nûneratiyên dîplomatîk ên li seranserê cîhanê "hişyariya ewlehiya gerdûnî" hat weşandin.
Li gorî nûçeya Washington Postê ya ku xwe dispêre rayedarên payebilind û raporên ewlehiyê, fikar hene ku şerê di navbera Amerîka û Îranê de li kolanên Washingtonê û baregehên leşkerî yên li nav Amerîkayê belav bibe.
Gelo malên kesên payebilind dibin hedef?
Sê çavkaniyên agahdar ji Washington Postê re ragihand ku di nav 10 rojên dawî de, di şevekê de çendîn dron li ser Fort McNairê hatine dîtin.
Heta niha nehatiye diyarkirin bê ma ew dron ji kû hatine lê ji ber cidiyeta rewşê li Koşka Spî civîneke lezgîn hatiye kirin.
Hat zanîn ku rayedarên ewlehiyê guftûgoyê li ser veguhestina Wezîr Rubio û Hegseth a herêmeke din kirine lê wezîr heta niha li baregehê dimînin.
Asta alarmê bû "Charlie"
Li gel liv û tevgera dronan a li Washingtonê, asta parastinê li Baregeha Hêza Asmanî ya MacDillê ya li Floridayê û Baregeha McGuire-Dix-Lakehurstê ya li New Jerseyê derket "Charlie"yê.
Ev ast tê wê wateyê ku di destê artêşê de îstixbaratek heye ku êrişek an metirsiyek "pêkan e."
Baregeha MacDillê xwedî girîngiyeke stratejîk e, ji ber ku ew mazûvaniya Biryargeha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dike ku operasyonên li dijî Îranê pêk tîne.
Vê hefteyê baregeh du caran hat girtin û FBIyê roja duşemê paketeke gumanbar a ku li ber derî hatibû hiştin lêkolîn kir.
Hişyariya dîplomatîk a gerdûnî
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja sêşemê bi koda "lezgîn" têlgrafek ji hemû nûneratiyên xwe yên dîplomatîk ên cîhanê re şand.
Wezaretê ferman da ku ji ber metirsiya belavbûna rewşa Rojhilata Navîn, nirxandinên ewlehiyê demildest di ber çavan re werin derbaskirin.
Gefa "tolhildanê" ya Îranê
Rayedarên Amerîkayê dilgiran in ku liv û tevgera dronan û zêdebûna gefan, hewleke bersivdayînê ya Îranê ya li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê be.
Tê zanîn ku serkirdeyên Îranê ji bo tolhildana Fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymaniyê ku sala 2020î hatibû kuştin, demek dirêj e gefan li Trump û tîma wî dixwin.
Berdevkê Sereke yê Pentagonê Sean Parnell red kir ku li ser liv û tevgera wezîran û dronan şîroveyê bike û got:
"Ji ber sedemên ewlehiyê em nikarin li ser tevgerên bi vî rengî daxuyaniyê bidin, kirina nûçeyên li ser van mijaran bêberpirsyarî ye."
Nûvekirina herî dawî: 13:57:10











































































































































































