Li Zanîngeha Urmiyê 50 xwendekar ji xwendinê tên bêparkirin

Li zanîngeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 50 xwendekar rê bi wan nayê dayîn ku vegerin zanîngehê û ji xwendinê tên bêparkirin. Hevdem 50 welatiyên xelkê Pîranşarê li girtîgeha Nexede hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.

3 Çile 2023 - 07:48
3 Çile 2023 - 07:48
 0
Li Zanîngeha Urmiyê 50 xwendekar ji xwendinê tên bêparkirin

Rojnameya Şerq a Îranê ji zimanê çavkaniyeke agehdar ve belav kiriye ku rê bi 50 xwendekarên zanîngeha Urmiyê nayê dayîn vegerin zanîngehê. Herwiha hat ragihandin ku berpirsên zanîngehê jî ji bo çareseriya pirsgirêka xwendekaran şopandineke wesan nekirine, tenê ji bo çend kesan telefon kirine.

Li gorî çavkaniyê sedema rêgirî li wan xwendekaran, beşdarî xwepêşandan û mangirtina Zanîngeha Urmiyê bûne.

Hevdem ajansa Kurdpa belav kiriye ku 50 welatiyên xelkê Pîranşarê li girtîgeha Nexede hatine ragirtin û çarenivîsa wan ne zelal e.

Ajansa Kurdpa diyar kir ku dozger û Îtilaata Pîranşarê li dijî azadkirina bi kefalet ya wan welatiyan in.

Ev nûçe bi tevahî 520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:37:42