Li Zap-Avaşînê şer û pevçûnên dijwar: Leşkerek hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

5 Tîrmeh 2024 - 06:44
5 Tîrmeh 2024 - 06:44
 0
Li Zap-Avaşînê şer û pevçûnên dijwar: Leşkerek hat kuştin

Li gorî daxuyaniya wezaretê, çawîşê pispor ê artêşa Tirkiyeyê yê bi navê Cebraîl Acar li herêma Zap-Avaşînê di “Operasyona Pece Kilîdê” de hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku Cebraîl Acar şer û pevçûneke li dijî PKKyê de hatiye kuştin.

Herwiha wezaretê ragihand ku di heman şer û pevçûnan de 2 gerîlayên PKKyê cane xwe ji dest daye.

 

Ev nûçe bi tevahî 611 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:01:20