Li Zapê 2 cerdevan hatin kuştin

Hat ragihandin ku di operasyona Pence Kilîd a Artêşa Tirkiyê ya di nav axa Herêma Kurdistanê de 2 cedevan ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê hatine kuştin.

2 Tîrmeh 2022 - 03:40
2 Tîrmeh 2022 - 03:40
 0
Li Zapê 2 cerdevan hatin kuştin

Parêzgariya Colemêrgê duh roja 1ê Temûza 2022ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 gundparêz li devera operasyona Pence Kilîd a di nav axa Herêma Kurdistanê de di encama çalakiyeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatine kuştin.

Bi gotina parêzgariya navborî navê yek ji wan cerdevan Huseyîn Saru ye û xelkl gundê Serêspî yê Colemêrge û navê gundparêzê din jî Kemal Alim e ku ew jî xelkl gundê Aşûtê yê wê parêzgehê ye.

Ev di demekê de Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî her îro di daxuyaniyekê de ragihandibû, li navçeya operasyona Pence-Kilîdê a di nav axa Başûrê Kurdistanê de, efserekî artêşa welatî di êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ev nûçe bi tevahî 718 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:27:18