Mele Bextiyar: Heta Kurdek hebe ev rewş nayê qebûlkirin!

Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar got: “Heta kurdekî bi şeref mabe nabe qebûl bike Kerkûk bikin herêmekî serbixwe.”

10 Mijdar 2017 - 09:57
10 Mijdar 2017 - 09:57
 0
Mele Bextiyar: Heta Kurdek hebe ev rewş nayê qebûlkirin!

Mele Bextiyar di merasîma çileya Celal Talebanî de li Debaşana Silêmaniyê ragihand: “Di nav hemû awayên serkeftinên leşkerî de plangeriya xirûrî heye. Ew xirûr jî nabe rastiya siyasî û îdarî. Ya herî baş ew e, ku em vegerin ser maseya danûstandina û destûr bibe dadwerê hemû aliyan.”

Derbarê pêşniyarên li ser Kekrûkê û herêma serbixwe jî Mele bextiyar got: “Heta kurdekî bi şeref mabe nabe qebûl bike Kerkûk bikin herêmekî serbixwe.”

Her wiha Endamê Polîtbûroya YNK'ê Ednan Mûftî jî li ser aramgeha Celal Talebanî got: “Herdem Mam Celal hewla çareserkirina pirsgirêkan dida. Divê niha jî li ser heman rêbaza Mam Celal pirsgirêk li ser maseya danûstandinê werin çareserkirin.”

Ji aliyê din ve, siyasetmedar û endamê berê yê polîtbûroya YNK'ê Ferîdûn Ebdulqadir jî hişyarî da û diyar kir, eger aliyên kurdî navmala xwe birê nexin dê Kurdistan rêbirûyê karesatekî mezintir bibe.

Fereydûn Ebdulqadir got: “Metrisiyeke mezin li ser Kerkûk û navçeyênd in jî heye.”

Ev nûçe bi tevahî 1739 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:41:49