Mesrûr Barzanî, Komîsyona Referandûm û yekîneyên asayîşê pîroz kir

Serokê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û rapirsiyê ya herêma Kurdistanê û dezgehên asayîşê kir.

26 Îlon 2017 - 04:41
26 Îlon 2017 - 04:41
 0
Mesrûr Barzanî, Komîsyona Referandûm û yekîneyên asayîşê pîroz kir

Serokê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li rûpela xwe ya taybet Tiwîterê wiha nivîsiye:\"Destxweşiyê li komsyona bilinda serbixwe ya hilibijartin û rapirsiyê ya herêma Kurdistanê û dezgehên asayîşê dikim bo rêxistina û serkeftina proseya dengdanê.\"

Îro, 25ê Îlonê 2017 gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe cûne ser sondoqên dengdanê û biryar li ser çarenivîsa xwe dan û dengê belê dane serxwebûna Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1675 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:21:37