Mesrûr Barzanî: Divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê bê girtin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ew piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dikin û pêwîst e ew hilbijartin bê binpêkirinên destûrî û dîzayna pêşwext bên kirin û divê rêz li pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê bê girtin.

2 Avrêl 2024 - 18:20
2 Avrêl 2024 - 18:21
 0
Mesrûr Barzanî: Divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê bê girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (02.04.2024) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X” ragihand: “Di hevdîtina xwe ya li gel xanim Jeanine Plasschaert de, min tekez kir ku em piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dikin û pêwîst e ew hilbijartin bê binpêkirinên destûrî û dîzayna pêşwext bên kirin û rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê were girtin.”

Ev yek piştî wê tê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û helwesta PDKê de duhî ragihand, ew Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) han didin ji bo diyarkirina rojekê ji bo hilbijartinên dadweane, azad û baş li Herêma Kurdistanê.

Herwiha Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski roja 31.03.2024an li ser tora civakî ya “X” nivîsiye, “Ew bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, me danûstandin li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di berjewendiya Herêma kurdistanê û welatiyên wê de kir”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê herwesa gotiye, “Pêxemetî birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf di nêzîktirîn dem de, min PDK pal da ku bi tevaya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re kar bike”.

Ev nûçe bi tevahî 612 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:30:08