Mezlûm Ebdî dema bidawîbûna entegrasyona HSDyê eşkere kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re ragihand ku pêvajoya tevlîbûna HSDyê di artêşa Sûriyeyê de di demeke kurt de dê bi temamî biqede. Ebdî got ku hêzên Kurd dê bi nasnameya xwe ya leşkerî beşdarî artêşa Sûriyeyê bibin û herêmên xwe biparêzin.

Fermandarê Giştî yê HSD, Mezlûm Ebdî, di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re li ser pêvajoya entegrasyona HSDyê di artêşa Sûriyeyê de axivî û got ku plan hatiye danîn ku pêvajoya tevlîbûnê di vê mehê de bi temamî were qedandin.
Ebdî diyar kir ku rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn, her çend bi tevahî li gorî daxwazên wan nebe jî, ji bo Kurdan di nav dewleta Sûriyeyê de cihekî siyasî û îdarî çêdike. Li gorî wî, di rêkeftinan de taybetmendiya herêma Kurdan di warên îdarî, leşkerî û mijarên din de hatiye qebûlkirin.
Ebdî her wiha got ku armanca wan ew e ku rê li ber şer were girtin û aramî were peydakirin. Wî daxuyand ku tevî ku hin aliyên rêkeftinê ne li gorî daxwazên wan in, ew ê hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna peymanê bi kar bînin û paşê jî têkoşîna xwe bidomînin.
Yekîtiya Kurdan
Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got ku ji bo parastina destkeftiyên heyî û veguhastina wan bo çarçoveyeke mayînde û destûrî, yekîtiya gelê Kurd û hêzên siyasî pêwîst e.
Li gorî Ebdî, destkeftiyên heyî tenê yên aliyekî siyasî nînin, lê divê hemû hêzên siyasî û civaka Kurd li ser wan xwedî derkevin.
HSD dê bi şêwazeke nû di artêşa Sûriyeyê de bimîne
Ebdî got ku bi temam bûna pêvajoya entegrasyonê, HSD dê wisa ku niha tê nasîn nemîne, lê hêzên wê dê bi teşkîlata xwe ya leşkerî û bi navên nû bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê. Wî diyar kir ku fermandar û leşkerên Kurd dê bi nasnameya xwe beşdar bibin û lîwayên Kurd jî dê di hundirê artêşa Sûriyeyê de cih bigirin.
Ebdî got ku lîwayên Dêrikê, Qamişlo, Hesekê û Kobanê di vê çarçoveyê de hene û li ser avakirina lîwayekê ji bo Efrînê jî xebat tê meşandin.
Zimanê Kurdî di rojevê de ye
Fermandarê HSD di heman hevpeyvînê de girîngiya zimanê Kurdî jî anî ziman û got ku mijara zimanê Kurdî yek ji xalên sereke yên danûstandinên wan bi Şamê re ye. Li gorî wî, piştî 15 salan perwerdeya bi Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, vegerîna zimanê Kurdî bo zimanekî bijarte an îxtiyarî ne gengaz e.
Ebdî her wiha diyar kir ku di civîna dawî ya wan bi serokkomarê Sûriyeyê re di vê mijarê de pêşketinek çêbûye û komîteyek ji bo çareserkirina mijarên girêdayî zimanê Kurdî hatiye avakirin.
“HSD dê winda nebe, lê dê rengê xwe biguhere”
Ebdî got ku peyva “hilweşandin” ji bo HSD ne rast e û divê li şûna wê bê gotin ku hêzên HSDyê tevlî artêşa Sûriyeyê dibin. Wî diyar kir ku piştî qedandina pêvajoyê, hêzên berê yên HSDyê dê di hundirê artêşê de bi teşkîlata leşkerî ya xwe berdewam bikin.
Di heman demê de Ebdî got ku bi entegrasyona HSDyê valahiyeke siyasî dikare li Rojavayê Kurdistanê çêbibe û ew dixwaze li şûna vê valahiyê cismekî siyasî were avakirin. Wî got ku ev dikare bibe partî, cephe, hereket an tevger û armanca sereke ew e ku valahiya siyasî ya çêdibe bê dagirtin.
Nûvekirina herî dawî: 11:59:09









































































































































































