Mezlûm Ebdî derbarê êrişa li leşkerên Amerîkayê daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrişa li çola Sûriyeyê li leşkerên Amerîkayê got, “Zêdebûna van êrişan hewcedarî bi îradeyeke zêdetir heye."

15 Berfanbar 2025 - 11:03
15 Berfanbar 2025 - 11:03
 0
Mezlûm Ebdî derbarê êrişa li leşkerên Amerîkayê daxuyanî da

Li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di dema erka wan de êrişî karwanekî hevbeş hat kirin.

Di êrişê de hinek leşkerên Amerîkayê û Sûriyeyî birîndar bûn.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û xemgîniya xwe ji bo birîndarbûna leşkeran anî zimên.

Ebdî got: "Em xemginiya xwe ji bo birîndarbûna hejmarek ji endamên Ewlehiya Giştî û leşkerên Amerîkî tînin zimên ku li çola Sûriyeyê di dema bicihanîna erka xwe de rastî gulebaranê hatine."

"Zêdebûna van êrişan hewcedarî bi îradeyeke zêdetir heye"

Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku divê hewlên hevbeş werin zêdekirin û wiha pê de çû:

"Zêdebûna van êrişan, di operasyonên têkoşîna li dijî terorê û şaneyên wê de hewcedarî bi îradeyeke zêdetir û hewldanên hevbeş ên li ser asta niştimanî heye. Em şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."

 

Ev nûçe bi tevahî 55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:25:36