Mezlûm Ebdî: Em hêzên xwe ber bi rojhilatê Firatê ve vedikişînin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, wan biryar daye hêzên xwe ji xetên têkiliyê (eniyên şer) ên li rojhilatê Helebê bikişînin û li rojhilatê Firatê ji nû ve bi cih bikin.

17 Çile 2026 - 10:09
17 Çile 2026 - 10:09
 0
Mezlûm Ebdî: Em hêzên xwe ber bi rojhilatê Firatê ve vedikişînin

Mezlûm Ebdî doh 16ê Çileyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (X) de diyar kir, ev biryar li ser banga welatên dost û navbeynkaran hatiye girtin.

Ebdî destnîşan kir, ev gav ji bo nîşandana "niyazpakiya" wan a di temamkirina pêvajoya hevgirtinê de û ji bo pabendbûna bi xalên Peymana 10’ê Adarê hatiye avêtin.

Fermandarê Giştî yê HSD’ê derbarê dem û cihê vekişînê de ev agahî parve kirin: "Me biryar da ku sibe saet di 07:00’an de, hêzên xwe ji herêmên rojhilatê Helebê –ku du roj in rastî êrîşan tên– bikişînin û wan li herêmên rojhilatê Firatê ji nû ve bi cih bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:12:27