Mezlûm Ebdî li ser mirina Alaedîn Emîn daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser mirina Alaedîn Emînê ku li Qamişloyê di desteserkirinê de canê xwe ji dest dabû û şewitandina konê wî yê sersaxiyê daxuyaniyek da.

12 Adar 2026 - 10:34
12 Adar 2026 - 10:34
 0
Mezlûm Ebdî li ser mirina Alaedîn Emîn daxuyanî da

Ebdî diyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerê komîteyeke bêalî hatiye avakirin û berpirsyar kî bin dê bêyî cudakarî werin darizandin.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mirina bişik a Alaedîn Emînê 33 salî û bûyerên piştî wê de peyamek belav kir.

Ebdî êrişa li ser konê sersaxiyê yê Ala Emîn wekî "kiryareke sabotajê" pênase kir û got:

"Em tekez dikin ku dê meqamên pêwendîdar bi awayekî cidî li pey encamderan bin û di çarçoveya qanûnan de hesab bipirsin."

“Ji aliyê yekîneyeke Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin”

Ebdî got, “Ciwanê bi navê Ala, berê ji aliyê yekîneyeke ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser ve hatibû desteserkirin û di vê demê de canê xwe ji dest daye” û daxuyaniya xwe wiha domand:

“Ji bo hemû aliyên sûc û çawaniya bûyerê derkevin holê komîteyeke bêalî ya lêpirsînê hatiye avakirin.

Piştî ku rojên pêş me encamên lêpirsînê temam bibin, dê bi awayekî zelal bi raya giştî re werin parvekirin.

Kesên ku tevlî vî sûcî bûne û berpirsyar in, ji kîjan saziyê dibin bila bibin, bêyî ku em li pêwendî û meqamên wan binêrin, bêyî ti tawîz û cudakariyekê em biryardariya xwe ya ji bo hesabpirsînê ducare dikin.

Em sersaxiyê ji malbat û xizmên wî re dixwazin û em soz didin wan ku dê edalet cihê xwe bibîne.”

Çi bûbû?

Ala Emînê ku 13 salan li Swêdê jiyabû, 7ê Îlona 2025an ji bo amadekariyên zewacê di Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê (Sêmalka) re vegeriyabû bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Lê ciwanê 33 salî 20ê Çiriya Pêşîn a 2025an li mala xwe hat desteserkirin.

Berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) 8ê Adara 2026an telefonî malbatê kir û ji wan re got ku Ala canê xwe ji dest daye û divê ew herin termê wî wergirin.

Malbatê îdiayên şkenceyê anîbûn rojevê

Malbata ku termê wî wergirt, îdia kir ku li ser laş û serê Ala şopên lêdan û şkenceyê yên giran hene û dest bi lêgerîna edaletê kir.

Dayîka wî Zeyneb Mihemedê ji ajansa Rûdawê re axivîbû û berteka xwe bi van gotinan anîbû zimên:

"Kurê min wekî terorîstekî girtin û birin. Ez edaletê dixwazim, ez naxwazim xwîna wî li erdê bimîne."

Konê sersaxiyê hat şewitandin

Dema ku karvedanên li ser bûyerê didomiyan, konê sersaxiyê yê ku li ber mala malbata Emîn hatibû vegirtin şeva borî ji aliyê kes yan kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin û tehrîbkirin.

Her çi qasî ti kesî êriş negirtibe stûyê xwe jî, malbatê rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” wekî berpirsê bûyerê dît.

Asayîş: Dê hesab bê pirsîn

Piştî zêdebûna bertekan, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji pisporên qanûnî û çavdêran komîteyeke asta bilind hatiye avakirin û fermana lêkolînkirina mercên mirinê hatiye dayîn.

Asayîşê destnîşan kir, "Di vê bûyerê de kî xemsariyê bike, peywira xwe xirab bi kar bîne yan qanûnan bin pê bike, kî dibe bila 

Ev nûçe bi tevahî 76 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:35:13