Mezlûm Ebdî û Es’ed Şeybanî li Şamê civiyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed Şeybanî, ji bo gotûbêjkirina pêngavên dawî yên rêkeftina navbera her du aliyan, li paytext Şamê civiyan.

25 Tebax 2026 - 10:58
25 Tebax 2026 - 10:58
 0
Mezlûm Ebdî û Es’ed Şeybanî li Şamê civiyan

Peyamnêrê ajansa Kurdistan24ê li Şamê duh 24ê Tebaxa 2026an da zanîn, hevdîtina asta bilind a di navbera Mezlûm Ebdî û Wezîrê Derve Esed Şeybanî de, bi beşdariya Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bidawî bû.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, mijara sereke û bingehîn a vê hevdîtinê, temamkirin û cîbicîkirina hemû xalên rêkeftina 29ê Çileyê a navbera Şam û HSDê bû. Ev rêkeftin taybet e bi birêkûpêkkirina peywendiyên îdarî û serbazî û asayîkirina peywendiyên her du aliyan di bin sîwaneke niştimanî de.

Di civînê de her du aliyan bi firehî li ser gelek dosyayên hestiyar û pêşhatên siyasî axivîn; armanca vê diyaloga berdewam ew e ku aştî û bawerî di navbera aliyan de were avakirin, hêzên HSDê di çarçoveya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de werin yekkirin û hemû mafên neteweyî, çandî û destûrî yên gelê Kurd û pêkhateyên din werin misogerkirin.

Ev hevdîtin wekî qonaxeke nû û girîng di dîroka Sûriyeya nû de tê dîtin, ku her du alî dixwazin bi rêya diyaloga navxweyî krîzên welat çareser bikin û yekparçeyiya xaka Sûriyê li ser bingeha mafên her kesî biparêzin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:58:42