Mike Waltz: Pêwendiyên me û Kurdan wekî kevir xurt in
Mike Waltz di daxuyaniyeke taybet de ji ajansa Rûdawê re ragihand ku pêwendiyên Washingtonê yên bi Kurdan re "wekî kevir xurt in".
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz diyar kir ku ew bi Hewlêr û Bexdayê re dixebitin da ku li hemberî êrişên Îranê parastî bin.
Her wiha wî civîna nûnerên Amerîkayê ya bi aliyê Îranî re jî piştrast kir.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdula pirsek li ser dilgiraniyên Herêma Kurdistanê yên derbarê vekişîna hêzên Hevpeymanan û pergalên parastina asmanî de ji Mike Waltz kir.
Mike Waltz di bersiva xwe de got:
"Pêwendiya taybet a Amerîkayê ya bi Kurdan re xwedî dîrokeke kevn e û vedigere çend deh salên berê.
Ez wekî leşkerekî berê yê hêzên taybet ên Amerîkayê ku salên 90î bi Kurdan re bûm, dibêjim, pêwendiyên me û Kurdan wekî kevir xurt in."
"Divê kes dilgiran nebe"
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî tekezî li parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê kir û got:
"Divê kes dilgiran nebe.
Em dê bi her du aliyan re, hem bi Kurdan û hem jî bi Bexdayê re xebatê bidomînin.
Ev yek ji bo wê ye ku em piştrast bibin ku êrişên Îranê disekinin û hemû alî bi awayekî guncav tên parastin."
Dan û standinên bi Îranê re
Waltz li ser hewldanên dîplomatîk û daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê dan û standinên bi Tehranê re jî ji Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Ez bi xwe rasterast beşdarî civînan nebûme lê nûnerên me bi Îraniyan re civiyane û em niha pêşniyaran gotûbêj dikin."
Waltz di beşeke din a axaftina xwe de behsa civîna xwe û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re kir.
Wî ev civîna ku li New Yorkê hat kirin wekî "civîneke bêhempa" bi nav kir û da zanîn:
"Li gorî demeke dirêj a berê, ez niha ji her demê zêdetir ji bo paşeroja Îraqê geşbîn im."
Nûvekirina herî dawî: 22:09:04