Mînîbusa ji dawetê vedigeriya qeza kir: 14 birîndar

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûsek wergeriya û di encam de 14 kes birîndar bûn.

6 Tebax 2022 - 06:13
6 Tebax 2022 - 06:13
 0
Mînîbusa ji dawetê vedigeriya qeza kir: 14 birîndar

Li gor agahiyan li parêzgeha Xarpêtê mînîbûseke ku ji dawetekê vedigeriya li ser rêya Xarpêt û Meletî wergeriya û di encam de 14 kesên di mînîbûsê de birîndar bûne.

Herwiha 14 kesên birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Li gor agahiyan kesên di mînîbûsê de li parêzgeha Edenê beşdarî dawetekê bûne û piştre xwestine bo parêzgeha Xarpêtê vegerin.

Ev nûçe bi tevahî 832 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:57:41