Mistefa Kazimî: Em amadene desthilatê radest bikin

Serokwezîrê Iraqê hişyarî da û dibêje, astengiyên mezin ên siyasî, ewlehî û aborî derketine pêş û Iraq piştî helbijartinê rastî pirsgirêkên rasteqîn hatiye.

11 Tebax 2022 - 10:18
11 Tebax 2022 - 10:18
 0
Mistefa Kazimî: Em amadene desthilatê radest bikin

Îro 11.08.2022yê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîneke encûmena wezîrên Iraqê de ragehand, ‘’Naha pirsgirêkên aborî, ewlehî, siyasî û tenduristiyê derketine pêş.’’

Herwaha got: ‘’Iraq di qonaxa piştî helbijartinê û şûnde rastî pirsgirêkên siyasî yên rasteqîn hatiye û pêwîste bên çareser kirin. Çareserî jî pêwîstiya wê bi gotûbêj û zîrekî û qurbanî danê heye.’’

Kazimî got: ‘’Xelete bê gotin ev hikûmet sedemê pirsgirêkane. Ji destpêkê ve me ragehandiye, em amadene desthilatê radestî hikûmeta hatî helbijartin bikin. Eger alî rêkbikevin em jî amadene xwe ji kar vekêşin.’’

Ev nûçe bi tevahî 827 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:53:27