MÎT: Me berpirsekî MLKP'ê li Kobanî kuşt

Istîxbarata Tirkiyê MIT ragihand ku wan berpirsekî bilind yê Partiya Marksîst-Lenînîst Komunîst (MLKP) li Kobanî kuştine.

17 Hezîran 2023 - 15:21
17 Hezîran 2023 - 15:21
 0
MÎT: Me berpirsekî MLKP'ê li Kobanî kuşt

Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) ragihand ku ji berpirsyarên Sûriyeyê yê MLKPê Osman Nurî Ocaklî yê(bi nasnavê “Yilmaz Behrareş” ku di kategoriya sor de lê digeriyan li li bajrê Kobaniyê hatiye kuştin.

Di medyaya fermî ya hikûmeta Tirkiyê de tê gotin ku Osman Nurî Ocakli li ser navê MLKPê telîmata gelek çalakiyên li Tirkiyê daye û ew di nava kadroyên rêvebiriya MLKPyê de bûye.

Ev ne yekemîn berpirsê Partiya Komonost MLKP ye ku li Sûriyê tê kuştin. Di sala 2019an de jî berpirsekî wê partiyê bi navê Bayram Namaz di operseyekê de hatibû kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 541 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:06:53