MSDê hevserokên nû hilbijartin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di dawiya kongreya xwe ya çaremîn de, Leyla Qereman û Mehmûd El-Mislet wek hevserokên nû hilbijartin.

21 Berfanbar 2023 - 03:55
21 Berfanbar 2023 - 03:55
 0
MSDê hevserokên nû hilbijartin

MSDê îro 20.12.2023an kongreya xwe ya çaremîn li bajarê Reqayê lidar xist û tê de reşnivîsa belgeya siyasî ya MSD′ê erê kir û Leyla Qereman û Mehmûd El-Mislet wek hevserokên nû li şûna Emîne Omer û Riyad Dirar hilbijartin.

MSD baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye. Erkê wê yê diyarkirî, pêkanîna “sîstema sekuler, demokratîk û nenavendî li hemû Sûriyeyê ye”

Ev nûçe bi tevahî 445 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:08:44