Muqteda es-Sadr: Ez Kurd im û Êzidiyekî dilsoz im

Serokê Şiî Muqteda es-Sadr ku di hilbijartina Parlementoya Iraqê de bi ser ketibû, li ser hesabê xwe yê twitterê peyamekê balkêş belav kir. Sadr di peyama xwe de got ku “Ez kurdekî serkeftî me.”

22 Gulan 2018 - 10:10
22 Gulan 2018 - 10:10
 0
Muqteda es-Sadr: Ez Kurd im û Êzidiyekî dilsoz im

Di 12ê Gulanê de li Îraqê hilbijatinên Parlementoyê hat kirin. Di encama hilbijartinê de Tevgera Saîrûn a ku serokê Şiî Muqteda Sadr piştgiriya wê dikir serkeftî derket. Di heman hilbijartinê de partiyên kurdan jî bi tevahî 58 parlementer derxistin.

Tê zanîn ku di hikûmeta nû ya Iraqê de wê giraniya siyaseta Muqteda es-Sadr hebe. Sadr îro li ser hesabê xwe yê twitterê peyamekê weşand û bi peyamê gelek balê kişand. Sadr di peyama xwe de gotiye ku:

"Ez Muqteda, bi aqilê xwe şiî me, suniyekî niyet baş in, xiristiyanekî bêhnxweş im, sabiyekî bi prensîb im, kurdekî serfiraz im, tirkmenekî hêvîdar im, êzidiyekî dilsoz im, keldaniyekî fanî me, şebekekî fedakar im."

Tê texmînkirin ku Sadr bi vê peyama xwe xwest nîşan bide ku wê di serdema nû de hemû kes, netewe û baweriyan nas bike û tev li rêvebiriya Iraqê bike.

Ev nûçe bi tevahî 1829 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:00:07