Mustafa Ozçelîk: Bila 2026 bibe sala yekrêzîya kurdan, bila derîyê azadî, aştî, demokrasî û edaletê veke!
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Bila 2026 bibe sala yekrêzîya kurdan, bila derîyê azadî, aştî, demokrasî û edaletê veke!

Sala 2025ê ji bo miletê Kurd û gelê Kurdistanê yê bindest û ji bo piranîya mirovahîyê, saleke bi şer, êş, azar û bi nexweşîyan ve dagirtîbû.
Bûyer û pêşhateyên li Rojhilata Navîn de, gelek firsendan jî, gelek risk û xeterîyan jî bi hev re di nav xwe de dihewîne.
Di pêvajoyeke weha hesas û hestîyar de, em ji sala 2025ê derbasî sala 2026ê dibin.
Tu şika me jê tune ye ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî emê bigihêjin wê armanca xwe ya pîroz ya ku mafê me yê rewa ye. Di vê meşê de di sala nû de gava yekem a herî mutewazî û çêker ew e ku, em ji xwe re, ji hezkirîyên xwe re, ji yên ku me wan qehirandî bin re, ji yên ku wan em qehirandî bin re, em rûpeleke nû, rûpeleke paqij vekin.
Ji bo hûnandina paşerojeke azad, xwedîyê meselê em bi xwe ne; lê em çiqas dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin, emê zûtir, hêsantir û bi kêm êş û bi kêm azar bigihêjin vê armanca xwe.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku 2026, bi hûnandin û geşkirina hişmendîya netewî û niştimanî, bi têgihîştineke ji dîroka xwe dersderxistinê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî bibe sala parastin û pêşdebirina destkeftîyên heyî; bibe sala xurtkirin û geşkirina doza azadîya Kurdistanê; bibe sala yekitî, dîyalog, bihevra xebat, hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2026ê li Kurdistanê û li her derê cîhanê de derîyê jîyaneke mirovane, azad, demokratîk, adilane, aştîyane ji gelê me û ji hemû mirovahîyê re veke.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2026ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibin şirîkê jiyana me hemûyan; bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû ya malbatên şehîdan, ya kedkar û têkoşerên doza azadîyê, ya hemû gelê Kurdistanê, ya her Kurdistanîyekî li her warekî cîhanê dijî û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 14:27:21










































































































































































