Mustafa Ozçelîk: Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe kêfxweş in

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) kêfxweş in

4 Cotmeh 2024 - 11:12
4 Cotmeh 2024 - 11:12
 0
Mustafa Ozçelîk: Em bi berdana rêvebirên Platforma Ciwanên Serbixwe kêfxweş in

Îro, li bajarê  Mersinê mehkemeya rêvebirên  “Platforma Ciwanên Serbixwe” (PCS) hebû.  7 parêzer beşdarî dozê bûne. Di encamê de 2 rêvebirên PCSyê yên girtî hatine berdan.

Em li gel Platforma Ciwanên Serbixwe(PCS) ne.

Neheqîya ku li rêvebirên PCSyê hatîye kirin nayê qebûl kirin. Em bi kêfxweşî pêşewazîya berdana revebirên PCSyê dikin û divê ev doz ji hole rabe, bi beraatê bidawî bibe.

Ez ji ber parastina wan, parêzerên ku beşdarî mehkemeyê bûne û rêvebirên PCSyê pîroz dikim.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 859 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:07:45