Mustafa Ozçelîk: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike...

31 Adar 2023 - 07:59
31 Adar 2023 - 07:59
 0
Mustafa Ozçelîk: Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk boneya salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî de peyamek weşand.

"Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet, parastinname û helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin, di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Em di 76emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."

Ev nûçe bi tevahî 1256 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:09:48