Mustafa Ozçelîk: Sersaxî û Xemgînî

9 Sibat 2026 - 17:50
9 Sibat 2026 - 17:50
 0
Mustafa Ozçelîk: Sersaxî û Xemgînî

Em bi wefata welatperwerê kurd mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan gelekî xemgîn bûn.

Me bi xemgînî bihîst ku welatperwerê kurd, kedkarê ziman û edebîyata kurdî mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan koça dawî kiriye.

Mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan bi xebat, lêkolîn û berhemên xwe, di parastin û pêşxistina ziman û edebîyata kurdî de roleke girîng û binirx lehîstîye.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên mamoste Mehmet Emîn Bozarslan re, ji hemû kedkarên ziman û edebîyata kurdî re dixwazin.

Bila serê gelê me sax be.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 143 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:52:38