Ne “Keça Rûsî” ya DAIŞê ye, keçeke Êzidî ye

Piştî ku li hin medyayên Iraqî wêneya keçekê belav kiribûn, ku jineke Rûsî û nîşanvana DAIŞê li Mûsilê hate desteserkirin, lê diyar bû ku ew keçeke Êzidî ye û xelkê gundê Herdan ya Şingalê ye.

16 Tîrmeh 2017 - 04:19
16 Tîrmeh 2017 - 04:19
 0
Ne “Keça Rûsî” ya DAIŞê ye, keçeke Êzidî ye

Li gor zanyariyan navê wê keçê Nidal Xalid Koro ye û xelkê gundê Herdanê ye û ji sala 2014an ve ji aliyê teroristên DAIŞê ve hatibû revandin.

Destpêkê wiha belav bû, ew keçeke DAIŞê ya Rûsî ye û ji ber ku ji aliyê derûnî ve ne cîgir bû, nikarî biaxiviya, lê piştre ku ew axivî aşkere bû ku ew keçeke Kurd a Êzidî ye û ji 2 mehan ve di jêrzemînekê de zîndankirî bû û ji ber wê nikarîbû biaxiviya.

Piştî belavbûna wêneya wê keça Kurd a Êzidî, malbata wê ew nas kir, niha malbata wê di pêwendiyan de ne, da ku keça xwe bibine mala xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1999 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:19:21