Nêçîrvan Barzanî: Bila Iraq mexdûrên enfalê qerebû bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, divê Iraq mexdûrên komkujiya enfalê qerebû bike.

14 Avrêl 2019 - 10:04
14 Avrêl 2019 - 10:04
 0
Nêçîrvan Barzanî: Bila Iraq mexdûrên enfalê qerebû bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro bi helkefta sî û yekemîn salvegera komkujiya enfalê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de gotiye, ji bona ku êriş û komkujiyên mîna enfalê li dijî gelê Kurdistanê dubare nebin, divê yên hatine enfalkirin û mexdûrên enfalê neyên jibîrkirin.

Nêçîrvan Barzanî daye xuyakirin ku dermankirina birînên enfalkiriyan û qerebûkirina mexdûrên enfalê wezîfeya serekî ya hikûmet û dewleta Iraqê ye, ev berpirsiyartiyek dîrokî û exlaqî ye jî.

Ev nûçe bi tevahî 1106 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:37:24