Nêçîrvan Barzanî Cejna Êzî pîroz kir: ‘Em piştgiriya mafên we dikin’

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Rojiya Êzî pîrozbahî li Mîrê Êzidiyan, Baba Şêx, Civata Ruhanî û hemû Kurdên Êzidî yên li seranserî cîhanê kir.

19 Berfanbar 2025 - 11:40
19 Berfanbar 2025 - 11:40
 0
Nêçîrvan Barzanî Cejna Êzî pîroz kir: ‘Em piştgiriya mafên we dikin’

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Cejna Rojiya Êzî de peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand:

"Ez hêvîdar im xwişk û birayên Êzidî hemû cejnan bi xweşî û aramî derbas bikin."

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ew "bi temamî piştgiriya xwişk û birayên Êzidî û parastina mafên wan" dike.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hemû Kurdên Êzidî ew e ku piştrast bin:

"Hemû hewlên me yên ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, vegera koçberan û avedankirina mal û cihên wan dê berdewam bin."

Kurdên Êzidî piştî sê rojên rojiya Êzî, Cejna Êzî pîroz dikin.

Xelk di wê rojê de li deverên cuda ji serê sibehê ve berê xwe dide goristanan.

Paşê diçin ser goran û yên ku ji hev xeyidî bin li hev tên û daxwaza lêborînê ji hev dikin.

Di dînê Êzidiyatiyê de hefteya yekem û duyem a Kanûna Pêşîn, rojên herî kurt ên salê ne.

Lewma di wan hefteyan de sê rojan rojî tê girtin ku dikeve rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê.

Di wan rojan de xwîn nayê rijandin, şer û axaftina xirab nayê kirin.

Karên rojane tên rawestandin û xelk tenê ji Xweda re duayan dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:07:42