Nêçîrvan Barzanî diçe Awisturyayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi bo hinek hevdîtinên fermî diçe Awisturyayê.

1 Tîrmeh 2024 - 12:41
1 Tîrmeh 2024 - 12:41
 0
Nêçîrvan Barzanî diçe Awisturyayê

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê Nêçîrvan Barzanî îro here Viyanaya paytexta Awisturyayê.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike.

Ofîsa Serokatiyê destnîşan kir ku dê di hevdîtinan de mijarên wekî “bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Awisturyayê re û derfetên ji bo berfirehkirina hevkariyê” werin nirxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:17:59