Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeya "Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî ya li Parlamentoya Kanadayê" re civiya.

29 Hezîran 2026 - 10:42
29 Hezîran 2026 - 10:42
 0
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeya "Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî ya li Parlamentoya Kanadayê" qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, ew şande ji Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamentoyê Ehmed Husên û Parlamenter Ziyad Ebûlteyif pêk hat.

Her wiha di hevdîtinê de hejmarek endamên Konfedarasyona Revenda Kurdistaniyan a li Kanadayê jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de bipêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên li gel Kanadayê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha teqezî li ser rola giring a revenda Kurdistaniyan a ji bo bipêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Kanadayê hat kirin.

Parastina ewlehî û aramiyê

Li aliyê din, wekî ku di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Şandeya mêhvan pesnê rewşa bihevrejiyana aştiyane ya pêkhateyan û giringiya parastina aramiya li Herêma Kurdistanê da.

Şandeyê her wiha piştgiriya Kanadayê ya ji bo gelê Kurdistanê ducare kir."

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de bipketinên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê jî hatin gotûbêjkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:43:37