Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Tirkiyê kir

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê berê yê Çandiniya Tirkiyê Mehdî Eker, Konsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay û şandeke dezgeha perwerdeyê Mearif ya Tirkiyê civinek pêkanî.

19 Cotmeh 2018 - 04:30
19 Cotmeh 2018 - 04:30
 0
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Tirkiyê kir

Şanda Tirkiyê di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, di hemû waran de û bi taybet di warê perwerdeyê de kir.

Nêçîrvan Barzanî jî pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de tekez kir û bi taybet di warê perwerdeyê de ku Tirkiyê ezmûneke dewlemend, di vî warî de heye û dikare alîkariyê pêşkêşî dezgehên perwerdeyî yên Herêma Kurdistanê bike, amadebûn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan da, bo her hevkarî û hemahengî di vê derbarê de.

Gotûbêjkirina rewşa navçeyê û çend mijarên din ên girêdayî sîstema perwerde û fêrkirinê li Iraqê û Herêma Kurdistanê, beşek din ê civîna her du aliyan bû.

Ev nûçe bi tevahî 1415 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:50:09