Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Amerîkî kir.

10 Avrêl 2019 - 06:04
10 Avrêl 2019 - 06:04
 0
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Kordînatorê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Îraqê Joey Hood û Konsulê Giştîştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steve Fagin civiya.

Di civînê de mijarên wek avakirina kabineya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa aborî, geşedanên li herêmê û wergirtina tedbîrên dirûstnebûna DAIŞê gotûbêj kirin.

Şanda Amerîkî tekezî li ser karên hevbeş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir, ew jî ji bo parastina ewlekariya navçeyê.

Di hevdîtinê de şanda Amerîkî pesna rola Kurdistanê da ku di şerê DAIŞê de serkeftî bûye û pêşwaziya koçberan kiriye.

Herwiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 816 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:25:57