Nêçîrvan Barzanî qurbaniyên bombebarana Qeladizê bi bîr anîn

Nêçîrvan Barzanî di salvegera bombebarana navçeya Qeladizê ya parêzgeha Silêmaniyê de peyamek belav kir.

24 Avrêl 2026 - 11:03
24 Avrêl 2026 - 11:03
 0
Nêçîrvan Barzanî qurbaniyên bombebarana Qeladizê bi bîr anîn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand:

"Îro em bi rêz û rûmet salvegera 52yemîn a qurbaniyên bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr tînin.

Ew tawan 24ê Nîsana 1974an ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve hat kirin û tê de bi dehan xwendekar, mamoste û welatiyên bêguneh şehîd ketin û birîndar bûn."

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:

"Armanckirina zanîngehê wekî navendeke zanistî û bajarê Qeladizê wekî navendeke niştimanperweriyê, hewleke bêencam a rejîmê bû ji bo têkşikandina îradeya gelê Kurdistanê.

Lê xwîna şehîdan, bû hêzeke zêdetir ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û karwanê wê yê ber bi azadiyê ve xurtir kir."

"Qeladizê û Pişder hêjayî baştirîn xizmetê ne"

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin:

"Di vê bibîranînê de, em serê xwe bi rêz û rûmetê li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û silavan ji malbatên wan ên serbilind re dişînin.

Em teqez dikin ku Qeladizê û Pişder ku her tim keleheke qayîm a şoreş û qurbaniyê bûne, ji her aliyekî ve hêjayî baştirîn xizmet û girîngîpêdanê ne."

Sala 1974an, rejîma Beasê bi balafirên şer êrişî Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê kir ku ji bo wî bajarî hatibû veguhastin.

Di encama wê êrişê de zêdetirî 100 kesî şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:05:22